Rê
Rêya ku ez ê biçim li ber min e
Rêya hezê jî li ber wê ye
De yekî hilbijêre ger dikaribî
Nizanim çarenûs e çi ye
...
Yek gazî min dike tim û tim,
Hezar hêvî dibiriqin li çavên min
...
Dizanim deriyên hezê vedike
Ev mifteya berîka min
...
Ger jiyan parvekirin be
Bizane ku ez qet najîm.
Ger ji hêviyê rêyek be hêvî;
Bizane ez nikarim bibezim
...
Tu şanazî û baweriya min î
Tu kulîlka dilê min î.
Ma dikarim çavên te jibîr bikim
Bizene ku nikarim jibîr bikim
...
Min dixwest bi te re
Di welatekî yekdemsal de
Ku tim bihar e bijîm
Paşeroj di çavan de ne
...
Di hêlekanekê de tu, di yekê de
Ez, divê herin û werin em
Bêriyên ku her diçe şîn dibin
Divê em yek bi yek bibêjin.
Ev mifteya berîka min
...
Ger jiyan parvekirin be
Bizane ku ez qet najîm.
Ger ji hêviyê rêyek be hêvî;
Bizane ez nikarim bibezim
...
Tu şanazî û baweriya min î
Tu kulîlka dilê min î.
Ma dikarim çavên te jibîr bikim
Bizene ku nikarim jibîr bikim
...
Min dixwest bi te re
Di welatekî yekdemsal de
Ku tim bihar e bijîm
Paşeroj di çavan de ne
...
Di hêlekanekê de tu, di yekê de
Ez, divê herin û werin em
Bêriyên ku her diçe şîn dibin
Divê em yek bi yek bibêjin.
+ نوشته شده در چهارشنبه ۲۲ آذر ۱۳۹۱ ساعت 11:46 توسط ئه ڤینداڕ
|