Bê xatir xwestin tu çûyî
Birîndar û evîndarê azadî
Ey şervanê bê veger
Ey çav şînê şoreşger
Ji dilê min xwîn diniqite
Çavê min birije
Min hêvî ji te re neçand
Min tu bê evîn şand
Çi bikim nikarim li hember xweda
...
Serî hildim bibim ji bo te canfeda
Çawa jiyanek bê Kurdistan ji te re Qiyamet
Ew qas bi wateye ji bo min Axîret..

(Çerxa Bêsûd)