Ez Xerîb im/ئه ز غه ر یبم
Ez Xerîb im
Ez xerîb im li van dera
dipirsim ez bav û bira
nizanim bêjim ji kê ra
evan derd û evan kula
ez xerîbê vî welatî
nema dil,cîger şewitî
nizanim bêjim ji kêre
çîye gelo ev sêwîtî
ez xerîb im lele dayê
çima dengê te qet nayê
nizanim ji kê re bêjim
te min avêtî ber bayê
ez xerîb ım lele xwışkê
ka were tu,min hemêzkê
nızanim ji kêra bêjim
ez pûç bûm,wek darê hişkê
ez xerîb im li van dera
bûm hêsîrê hirç û gura
nema roj temirî çira
nizanim ji kêre bêjim.
+ نوشته شده در سه شنبه ۱۱ بهمن ۱۳۹۰ ساعت 16:36 توسط ئه ڤینداڕ
|