Bi Evîndarî/بی ئه و ین داری
Bi Evîndarî
Hêsir ji çavan di barî
Jîyana min bûye tarî
Ji destê dil min di zarî
Were ba min bi evîndarî
*****
Jîyan bê te qet nexweş e
Dil birîne tije êş e
Ji eşqa te min bê hiş e
Were ba min bi evîndarî
*****
Gul û rihan tev xemilîn
Deşt û zozan tev kemilîn
Hevalên me tev zewicîn
Were ba min bi evîndarî
*****
Dilê`m bo te nale nale
Dicle û Ferat avên sar e
Bilbil fîgan û hewar e
Were ba min bi evîndarî
*****
Daran pelên xwe vekirî
Min ji dil ji te hezkirî
Te pişt da min tu fetilî
Were ba min bi evîndarî
*****
Lawê agir û roj`ê me
Gelek mêrxas û pirr çê me
Evîndarê te gewrê me
Wereba min bi evîndarî
+ نوشته شده در سه شنبه ۱۱ بهمن ۱۳۹۰ ساعت 16:1 توسط ئه ڤینداڕ
|